NÛÇEYÊN KURDÎ

DERBARÊ BÛYERA LI BISMILÊ KESEK TÊ DE MIRIBÛ DE 4 KES HATIN GIRTIN

Li Bismilê derbarê şerê çekdarî ya ku di merasima aştîyê de derketibû, ji kesên sewqê edlîyeyê hatibûn kirin 4 kes hatin girtin.

DERBARÊ BÛYERA LI BISMILÊ KESEK TÊ DE MIRIBÛ DE 4 KES HATIN GIRTIN

Li Bismilê derbarê şerê çekdarî ya ku di merasima aştîyê de derketibû, ji kesên sewqê edlîyeyê hatibûn kirin 4 kes hatin girtin.

Li navçeya Bismilê ya Amedê, di navbera du malbatên dijminê hev de ji bo lihevhatinê, xwarina aştîyê hatibû danîn. Di merasima aştîyê de dîsa şer derketibû. Di encamê de kesek miribû, 3 jê giran 11 kes birîndar bûbû.

Derbarê bûyerê de 26 kesên hatibûn binçav kirin, ji wan 17 kes sewqê edlîyeyê hatin kirin. Ji wan 4 jê hatin girtin, 5 kes bi şertê kontrola edlî, bi tevahî 13 gumanbar jî serbest hatin berdan. Di vê navberê de tedawîya 9 gumanbarên li nexweşxaneyê jî bi dawî bibe, hat ragihandin ku wê sewqê edlîyeyê werin kirin.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.