NÛÇEYÊN KURDÎ

DERBARÊ BIRRÎNA AVÊ DE JI DÎSKÎ’YÊ DAXUYANÎ

Midurîyeta Giştî ya Îdareya Kanalîzasyon û Avê ya Amedê (DÎSKÎ) derbarê birrîna avê ya li navenda Amedê de daxuyanî da.

DERBARÊ BIRRÎNA AVÊ DE JI DÎSKÎ’YÊ DAXUYANÎ

Midurîyeta Giştî ya Îdareya Kanalîzasyon û Avê ya Amedê (DÎSKÎ) derbarê birrîna avê ya li navenda Amedê de daxuyanî da.

DÎSKÎ di daxuyanîyê de diyar kir ku li navenda Amedê av zêde tê xerckirin ji ber vê yekê em mecbûr dimînin rojê navbera 2-4 saetan avê bibirin. Nifûsa navenda Amedê milyonek û 27 hezar kes e, ava ku em belav dikin têra milyonek û 500 hezar mirovan e. Bikaranîna avê ya zêde û qaçaxî em mecbûr hiştine tedbîra birrîna avê têkin merîyetê. Heke hemwelatî li xerckirina avê baldar be wê birrîna avê di demeke kurt de were rawestandin. DÎSKÎ banga xwe ya ji bo teserûfa avê li welatîyan re dubare kir.   

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.