NÛÇEYÊN KURDÎ

DERBARÊ DEMÎRTAŞ DE DOZA “ÇEKÊN KÎMYEVΔ HAT VEKIRIN

Derbarê Hevserokê berê yê Partîya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahattîn Demîrtaş de ji ber daxuyanîya wî ya di derbarê “bikaranîna çekên kîmyewî” de doz lê hat vekirin.

DERBARÊ DEMÎRTAŞ DE DOZA “ÇEKÊN KÎMYEVΔ HAT VEKIRIN

Derbarê Hevserokê berê yê Partîya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahattîn Demîrtaş de ji ber daxuyanîya wî ya di derbarê “bikaranîna çekên kîmyewî” de doz lê hat vekirin. Koma Parastinê ya ku parastina Demîrtaş dike, ragihand ku li dijî Demîrtaş dozeke nû hatîye vekirin. Di daxuyanîya Koma Parastina Demîrtaş de hat ragihandin ku Demîrtaş di 19'ê Cotmeha 2022'an de li ser hesabê xwe yê Twitterê nivîsa “bikaranîna çekên kîmyewî sûcên dijî mirovahiyê ye” parve kiribû, wek sûc hatîye dîtin. Koma Parastina Demîrtaş ragihand ku derbarê Demîrtaş de ji alîyê serlêdana Wezareta Parastinê ya li Serdozgerîya Komarê ya Enqereyê bi îdîaya "propagandaya rêxistina terorê kirîye" û "heqaret li sazî û organên dewletê kirîye" lêpirsîn hatîye dest pê kirin û doza tezmînata 100 hezar lîreyê lê hatîye vekirin.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.