GÜNDEM

DERBARÊ DIBISTANÊN TAYBET DE LÊKOLÎN HAT DESTPÊKIRIN

Li ser îdiaya ku bihayê dibistanên taybet ji rêjeya dîyarkirî zêdetir zem lê hatîye kirin, ji alîyê Sazîya Reqabetê ve ji bo hin dibistanên taybet lêpirsîn hat destpêkirin.

Bihayê dibistanên taybet di sala perwerdehîyê ya 2023-2024an de wê ji sedî 65 zêde bibe. Sazîya Reqabetê derbarê mijarê de daxuyanîyek nivîskî weşand û tê de wiha got, “Lêkolîna ewil a ku li ser dibistanên taybet ên seretayî û navîn yên ku li bajarên Stenbol û Enqereyê dixebitin û Komeleya Dibistanên Taybet ên Tirkîyeyê hatine kirin, ji alîyê Lijneya Reqabetê ve hatîye destnîşan kirin. Lijneya Reqabetê ya ku di lêkolîna ewil de agahî, belge û tesbîtên ku hatin bidestxistin, cidî û têr dîtin û biryar da ku li dijî sazîyên taybet ên li Enqereyê fealîyetan dikin, lêpirsîn bê vekirin.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.