NÛÇEYÊN KURDÎ

DERBARÊ GIRTÎYÊ BI NEXWEŞÎYA GIRAN Ê 84 SALÎ DE BIRYARA TEHLÎYEYÊ

Mehmet Emîn Ozkanê ku 27 sal di girtîgehê de ma û di vê heyamê de bi gelek nexweşîyan ketibû, serbest hat berdan.

DERBARÊ GIRTÎYÊ BI NEXWEŞÎYA GIRAN Ê 84 SALÎ DE BIRYARA TEHLÎYEYÊ

Mehmet Emîn Ozkanê ku 27 sal di girtîgehê de ma û di vê heyamê de bi gelek nexweşîyan ketibû, serbest hat berdan.

Li gor agahîyan, girtîyê nexweş Mehmet Emîn Ozkan ê 84 salî ku li Girtîgeha Ewlehîya Bilind a Hejmara 1’ê ya Amedê girtî bû, di 13’ê Tîrmehê de piştê ku nexweş ket, wî rakirin beşa lênerîna giran a Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehîyê ya Gazî Yaşargîl a Amedê.

Li gor Ajansa Mezopotamyayê pê re hevdîtin kirîye, keça Ozkan, Selma Ozkan dibêje min rakirina nexweşxaneyê ya bavê xwe ji girtîyên din bihîstîye.

Selma Ozkan dîyar kir ku ji ber bavê wê dîsa birine girtîgehê birayê wê ji bo li rapora Sazîya Tiba Edlî (ATK) bipirse çûye Edlîyeya Amedê. Selma Ozkan anî ziman ku dozger ji birayê wê re gotîye, “Girtina wî 3 mehan hat taloqkirin. Piştê karûbarên li girtîgehê wê ji girtîgehê were berdan.”

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.