NÛÇEYÊN KURDÎ

DERBARÊ MAL Û MILKÊN KU QEYÛM DIFROŞÊ DE PIRSNAME HAT DAYÎN

Derbarê firotina 2 mal û milkên a Şaredarîya Bajarê Mezin a Amedê ya ku di bin îdareya qeyûmê de ye, pirsnameyek pêşkeşê Meclîsê hat kirin.

DERBARÊ MAL Û MILKÊN KU QEYÛM DIFROŞÊ DE PIRSNAME HAT DAYÎN



Derbarê firotina 2 mal û milkên a Şaredarîya Bajarê Mezin a Amedê ya ku di bin îdareya qeyûmê de ye, pirsnameyek pêşkeşê Meclîsê hat kirin.

 

Parlamenterê CHP'ê yê Amedê Sezgîn Tanrikûlû yê ku derbarê firotina mal û milkên di nav sînorên Navçeya Sûrê de pirsnameya meclîsê pêşkêş kir û ji Wezîrê Karên Hundir Alî Yerlîkaya xwest ku bersivê bide, pirsî ka haya wezaretê ji firotinê heye yan na.

 

Tanrikûlu pirsî ku li ser çi esasê "buhayê texmînkirî" hatîye dîyarkirin û xwest bê îzahkirin ku di nav 5 salên dawî de li tevahîya Amedê çikas mal û milkên şaredarîyê ji kê re û bi çikasî hatîye firotin.

 

Tanrikûlu, destnîşan kir ku meclîsa Şaredarîya Bajarê Mezin a Amedê ji ber rêveberîya qeyûmê bêkêr bûye û ji Wezîr Alî Yerlîkaya re pirs kir ku biryarên li ser firotina mal û milkan çawa tên dayîn.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.