NÛÇEYÊN KURDÎ

DERBARÊ ‘POLÊN NE FERMÎ’ YÊN DIBISTANÊN DAYBET DE LÊPIRSÎN!

Wezareta Perwerdehîya Neteweyî, derbarê dibistanên taybet ên ku amadehîya "dîplomayên sexte" li polen ku wek ne fermî dikin de lêpirsîn da destpêkirin.

Wezaretê di nameya ku Amed jî di nav de ji walîtîyên 81 bajaran re şandîye, li ser dibistanên taybet ên ku ji bo xwendekarên pola 12emîn "polên ne fermî" hatine vekirin, lêkolîn da destpêkirin. Di daxuyanîya ku ji alîyê Wezareta Perwerdehîyê ve hat dayîn de hat xwestin ku lêkolîn bê kirin ka gelo xwendekarên ku di pola 12emîn a dibistanên taybet ên ku li 81 bajaran kar dikin de xwendina xwe berdewam dikin yan na.

Ger were fêhmkirin ku li dijî qanûnê çalakî heye, daxwaza hiqûqî hatîye kirin. Li gor encamên lêkolînan wê xebatên hiqûqî yên pêwîst bên kirin. Li gor Qanûna Sazîyên Perwerdehîya Taybet a bi hejmara 5580, hate dîyarkirin ku destûra vekirina sazîyê û lîsansa xebatê ya dibistanên taybet ên ku kiryarên li dijî qanûnê lê hatine kirin, wê bê betalkirin.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.