NÛÇEYÊN KURDÎ

DERBARÊ POLÊSÊ KU MILÊ PARÊZER ŞIKAND DE LÊPIRSÎN DESTPÊKIR

Derbarê şikandina milê parêzer H.M. de ji Walîtîya Amedê ve daxuyanî hat dayîn.

DERBARÊ POLÊSÊ KU MILÊ PARÊZER ŞIKAND DE LÊPIRSÎN DESTPÊKIR

Derbarê şikandina milê parêzer H.M. yê endamê Baroya Amedê ku rastê êrîşa polêsan hat û milê wî şikest de ji alîyê Walîtîya Amedê ve daxuyanî hat dayîn.

 

Di daxuyanîya Walîtîyê de wiha hat gotin; “Ekîba polêsan a ku li navçeya me Sûrê ji bo şopandina trafîkê û ewlehîyê wezîfedar e, li dijî ajokarê siwareyê H.M. ku qaîdeya ‘di dema ajotinê de bi telefona destan diaxive’ pêvajoya hat destpêkirin.

Di vê navberê de H.M. bi îfadeyên heqaretê li hember memûran li ber xwe da û di dema kontrolkirina kesê de şeAr derket. Piştê bûyerê kesê bi navê H.M. li ser daxwaza wî ji alîyê ekîbên polêsan ve rakirin nexweşxaneyê û di muayeneya ku hat kirin de hat fêhmkirin ku di milê wî şikestîye. Derbarê mijarê de lêpirsîna edlî û îdarî hat destpêkirin."

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.