NÛÇEYÊN KURDÎ

DERBARÊ “SOZA KREDÎYA ZEWACÊ” DE HIŞYARÎYA XAPANDINÊ!

Wezareta Malbat û Xizmetên Civakî derbarê ku di bin navê Banka Malbat û Ciwanan de soza "kredîya zewacê" didin, ku çavkanîya wan ne dîyar e û rastîya wan nehatîye piştrast kirin de hişyarî da ku bawerîya xwe bi malperên sexte neynin.

DERBARÊ “SOZA KREDÎYA ZEWACÊ” DE HIŞYARÎYA XAPANDINÊ!

Di daxuyanîya nivîskî ya ku ji alîyê Wezaretê ve hat dayîn de hat dîyarkirin ku hin kesên xerab di bin navê Banka Malbat û Ciwanan de bi rêya malperên sexte bi soza "kredîya zewacê" pere kom kirine.

Di daxuyanîyê de hat destnîşankirin ku ji bilî malperên wezaretê û sazîyên fermî yên rayedar, bawerîya xwe bi malperên sexte ku çavkanîya wan ne dîyar e û rastîya wan nehatiye piştrastkirin, neynin û wiha hat berdewamkirin, “Em ji raya giştî re radigihînin ku em ê li dijî wan kesên ku malperên sexte ku armanca wan xapandina welatîyên me ye, gilîyê sûc bikin.”

 

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.