NÛÇEYÊN KURDÎ

DERBARÊ TANRIKÛLÛ YÊ CHP’YÎ DE DAXWAZA DESTÛRA LÊPIRSÎNÊ

Serdozgerîya Komarê ya Enqereyê ji ber gotinên wî yên der barê Hêzên Çekdar ên Tirkîyeyê de, derbarê Parlamenterê CHP'ê yê Amedê Sezgîn Tanrikûlû de ji Wezareta Dadê destûr xwest ku lêpirsînê bide destpêkirin.

Parlamenterê CHP'ê yê Amedê Sezgîn Tanrikûlû ji bernameyeke ku di televîzyona TV100'ê de tê weşandin de bi telefonê axivîbû û gotibû, "Hêzên Çekdar ên Tirk ji bo hertiştê ku dikin ji rexnekirinê ne mûaf e.

Em parlementer in û em vana dipirsin. Yê ku derbeya 12ê îlonê pêk anî ma ne Hêzên Çekdar ên Tirk in? Ma ne ev artêş e ku di 15ê Tîrmehê de hewla derbeyê da û gund şewitandin... Doz hene ku ez wan dişopînim.

Ma ne Hêzên Çekdar ên Tirk in ku 15 gundî ji helîkopterê avêtine?”

Serdozgerîya Komarê di daxuyanîya ku ji bo daxwaza destûra lêpirsîn li Wekîlê CHPyî Tanrikûlû were vekirin de wiha hat gotin: “Ji alîyê Buroya Parlamenterîyê ve, derbarê parlementerê serdema 28emîn  Mûstafa Sezgîn Tanrikûlû yê ku ji teref Meclîsê ve derbarê wî de lêpirsîn hat destpêkirin de daxwaza destûrê hat dayîn. Buro, derbarê 'sûcê ku bi eşkereyî heqaret li hêzên leşkerî û ewlekarîyê yên dewletê kirîye' ji Wezareta Edaletê re şand."

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.