NÛÇEYÊN KURDÎ

DERMAN Û BERHEMÊN TEDAWÎYA BERDANA CIXAREYÊ WÊ BÊPERE BE

Berhemên ku ji bo tedawîya berdana cixareyê tê bikaranîn ku ji alîyê Wezareta Tenduristîyê ve tê dayîn, wê bêpere be.

DERMAN Û BERHEMÊN TEDAWÎYA BERDANA CIXAREYÊ WÊ BÊPERE BE

 

Li gor biryara Serokkomarîyê ku di hejmara îro ya Rojnameya Fermî de hat weşandin, dermanên ji bo tedawîya berdana cixareyê û berhemên dêleva nîkotînê yên li sazîyên tenduristîyê tê dayîn ku bi 500 hezarê sînordar e, wê bêpere be.

Bi biryarê re dermankirin û dermanên ku ji alîyê nexweşên ku dixwazin cixareyê berdin hatine wergirtin ji hukmê zagona bi hejmara 4736’an a derbarê dîyarkirina kesên ku dikarin ji xizmetên gelerî yên bêpere yan jî bi erzanî sûd werbigirin, hatin derxistin

 

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.