NÛÇEYÊN KURDÎ

DERMANÊN KU LI SER ÎNTERNETÊ TÊN FIROTIN NE BI EWLE NE

Dadgehê, ceza da rayedarên fîrmayên ku li ser înternetê dermanan difroşin.

DERMANÊN KU LI SER ÎNTERNETÊ TÊN FIROTIN NE BI EWLE NE

Dadgehê, ceza da rayedarên fîrmayên ku li ser înternetê dermanan difroşin.

Odeya Dermanfiroşan a Amedê, di Mijdara sala borî de derbarê kes û şîrketên ku li ser înternetê dermanan difroşin, li Serdozgerîya Komarê de serlêdana sûc kiribû.

Danişîna dozê ya ku di 21ê Hezîran a 2023an de li Dadgeha Cezayê ya Aslîyeyê hat dîtin û derbarê rayedarên şîrketên ku li ser înternetê dermanan difroşin biryara cezakirinê hat dayîn.

Di daxuyanîya nivîskî ya ku li ser navê Lijneya Rêveberîya Odeya Dermanfiroşan a Amedê hat dayîn de wiha hat gotin: “Dermanên ku li ser înternetê tên firotin nayên kontrolkirin. Tiştên ku ji bo naverokê hatine nivîsandin û naveroka derman hevdû nagrin.

Dermanên bê kontrol û jê re tê gotin dermanên xwezayî ye ne bi ewle ye.

Dermanên ku li dermanxaneyan tên firotin di bin kontrola Wezareta Tenduristîyê de ne û di Sîstema Şopandina Derman de hatine tomarkirin, lewma ne mimkûn e ku sexte bin û ne jî zirarê bidin mirov.

Dermanxane ji bo hilberên derman û tenduristîyê navnîşana yekane û pêbawer in."

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.