NÛÇEYÊN KURDÎ

DERMANFIROŞAN JI BER KARESATA MADANÊ MITÎNGA XWE TALOQ KIRIN

Yekîtîya Dermanfiroşên Tirkîyeyê û 54 Odeyên dermanfiroşên herêmê ragihandin ku ji ber karesata madenê ya li Amasrayê civîna ku wê sibê li Enqereyê bê lidarxistin, taloq kirin.

DERMANFIROŞAN JI BER KARESATA MADANÊ MITÎNGA XWE TALOQ KIRIN

Yekîtîya Dermanfiroşên Tirkîyeyê û 54 Odeyên dermanfiroşên herêmê ragihandin ku ji ber karesata madenê ya li Amasrayê civîna ku wê sibê li Enqereyê bê lidarxistin, taloq kirin. Dermansaz di 16'ê cotmehê de li dijî kêmbûna dermanan û pirsgirêkên dermansazan wê li Qada Tandogan a Enqereyê li "Civîna Dermanfiroşan a Mezin" bicivîyan. Yekîtîya Dermanfiroşên Tirkîyeyê û 54 odeyên dermansazên herêmê bi daxuyanîyeke ragihandin ku mîtîngê taloq kirine û wiha berdewam kirin; "Ji ber vê bûyera trajîk, Yekîtîya Dermanfiroşên Tirkîyeyê û 54 Odeyên Dermanfiroşên Herêmê biryar dan ku 'Civîna Mezin a Dermanfiroşan' ku 16'ê Cotmehê roja Yekşemê li Tandogan a Enqereyê bê lidarxistin, taloq bikin. Em ji Xweda rehma xwe li xebatkarên me yên ku di karesatê de jîyana xwe ji dest dane re, ji malbatên wan ên xemgîn û tevahîya gelê xwe re sersaxîyê û ji birîndarên me re jî şifayê dixwazin.”

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.