GÜNDEM

DERSÎM DAG BÊUSÛLÎYÊN DI DÎSKÎYÊ DE LI MECLÎSÊ ANÎ ROJEVÊ

Piştî rapora Sayîştayê ya li ser Şaredarîya Bajarê Mezin a Amedê, bê usûlî û gendelîya li Îdareya Av û Kanalîzasyonê ya Amedê (DÎSKÎ) jî hat rojeva meclîsê.

DERSÎM DAG BÊUSÛLÎYÊN DI DÎSKÎYÊ DE LI MECLÎSÊ ANÎ ROJEVÊ

Piştî rapora Sayîştayê ya li ser Şaredarîya Bajarê Mezin a Amedê, bê usûlî û gendelîya li Îdareya Av û Kanalîzasyonê ya Amedê (DÎSKÎ) jî hat rojeva meclîsê.

Di pêşniyara Parlamentera HDP'ê ya Amedê Dersîm Dag de, bi daxwaza Wezîrê Karên navxweyî Suleyman Soylû bersivê bide; “Gelo bêusûlîyên li DÎSKÎyê ku di Rapora Sayîştayê de cîh digre ji hêla Wezareta we ve têne kontrol kirin an na? Eger wisa be, çi gendelî û bêusûlî hatine dîtin û çi gav hatine avêtin? Sedema neqeydkirina muhasebeya mal û milkên ku hatine tahsîs kirin çi ye? Sedema nûjen nekirina temînatên ku ji aboneyan hatine wergirtin û ji bo aboneyên ku peymanên xwe betal kirine îadenekirina temînata wan ya nûjenkirî çi ye? Gelo wê ji aboneyên mexdûr re pereyên pêwîst bên dayîn an na? ji Serokatîya Sayîştayê ya Tirkiyeyê re sedema neşandina qeyd û belgeyên saziyê di maweya ku di qanûnê de hatiye diyarkirin çi ye? Wê der barê kes an jî rayedarê saziya ku bûye sedema xemsarî û bêhiqûqiya navborî de lêpirsîn bê vekirin an na? pirs hatin kirin.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.