NÛÇEYÊN KURDÎ

DEV-SAGLIK-ÎŞ: ÎRO DAXWAZ BÛ, DI PÊŞ DE BIRYARÊN RADÎKAL BÊN GIRTIN

Serokatîya Şaxa Herêma Amedê ya Sendîkaya Dev-Saglık-Îş bi xebatkarên Nexweşxaneya Zanîngeha Dîcleyê re hatin cem hev û pirsgirêkên xwe anîn ziman.

DEV-SAGLIK-ÎŞ: ÎRO DAXWAZ BÛ, DI PÊŞ DE BIRYARÊN RADÎKAL BÊN GIRTIN

 

Cîgirê Serokê Giştî yê Dev-Saglık-Îş Ûmît Umdu dîyar kir ku karkerên li Zanîngeha Dîcleyê di beşên cuda de dixebitin bi kar û barên giran re rû bi rû ne û aştîya kar dixe xeterê.

Ûmît Umdu anî ziman ku “Tê gotin ku qerebalixa li nexweşxaneyê ji ber xebatkaran çêdibe û ji welatîyan re weke hedef tên nîşandan” û axaftina xwe wiha domand: “Em vê yekê qebûl nakin.

Di vê wateyê de, agahdarîya ku me îro daye bi tevahî daxwazek e. Em ê di pêşerojê de biryarên radîkaltir bidin.

Bila her kes zanibe ku em xebatkarên sereke yên vê sazîyê ne û em ê pergala ku li tevahîya Tirkîyeyê bi biryarnameya qanûnên 696’an hatîye ferzkirin qebûl nekin.

 

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.