NÛÇEYÊN KURDÎ

DFG: EM BANGA RAYA GIŞTÎ DIKIN, ROJNAMEVANAN TENÊ NEHÊLIN

Cemîyeta Rojnamevanên Dîcle Firat (DFG) derbarê danişînên "Qanûna sansurê" yên ku hê li Dadgeha Destûra Bingehîn tên nîqaşkirin û dozên derbarê rojnamevanan de wê sibê bên dîtin de daxuyanîyek parvekir.

Duyemîn danişîna 18 rojnamevanên ku di çarçoveya lêpirsîna Amedê de di 16’ê Hezîrana 2022’an de hatin girtin û 13 meh di bin çavan de hatin hiştin wê sibê li Edlîyeya Amedê bê dîtin. Di daxuyanîya DFG’ê de wiha hat gotin; “Roj derbas nabe ku derbarê rojnamevanekî de lêpirsîn û doz neyê vekirin. Rojnamevan bi rastî di destê darazê de tên girtin û tên bêdengkirin.

Em ê sibe van dozan ji nêz ve bişopînin û li edlîyan li cem hevalên xwe yên rojnamevan bin. Ji bo bilindkirina vî dengê, pêşî em bang li hemû raya giştî dikin ku li hember doza rojnamevanan hestîyar bin û wan bi tenê nehêlin. Her wiha em bang li hemû rojnamevanan dikin ku sibe di rûniştina dozê de li cem hempîşeyên xwe bin û wan bi tenê nehêlin.

Bi vê minasebetê em li bendê ne ku dadgeh îradeya xwe ya derbarê betalkirina 'qanûna sansurê' ya ku li Dadgeha Destûra Bingehîn hatîye nîqaşkirin de dîyar bike û em dubare dikin ku rêziknameya ku hatîye tetbîqkirin weke amûreke tepisandina rojnamevanan qebûl nakin."

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.