NÛÇEYÊN KURDÎ

DGF: DIVÊ TAVILÊ DAWÎ LI VAN OPERASYONÊN LI DIJÎ ROJNAMEGERAN BÊ ANÎN

Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) derbarê operasyona binçavkirinê ya navenda wê Amed ku li 21 bajaran li dijî rojnameger, parêzer, hunermend, sîyasetmedar û endamên sendîkayê hate kirin û operasyona binçavkirinê ya îro ku navenda wê Enqere bû, daxuyanîyeke nivîskî weşand.

Di daxuyanîyê de balkişandin ser vê yekê ku di operasyonan de pirsên ku ji rojnamegeran hatine pirsîn û sûcdarkirina wan, tenê nûçeyên wan in û wiha hat gotin, “Di nava 10 mehan de di encama operasyonên li dijî rojnamegerên kurd de 30 hempîşeyên me hatin girtin. Bi dehan hempîşeyên me jî hatin binçavkirin. Em baş dizanin ku ev operasyon di heman demê de li dijî azadîya xweîfadekirinê, mafê agahîgirtinê, azadîya çapemenîyê û ji bo bêdengkirina rojnamegerên kurd e. Di heyama ku ji hilbijartina krîtîk ya welat re çend roj mane, bêguman ev operasyon operasyona hilbijartinê ye! Divê tavilê dawî li van operasyonên li dijî rojnamegeran bê anîn. Hevseroka komeleya me û rojnameger Sedat Yilmaz divê tavilê serbest bên berdan. Hûn ê nekarin pênûsa me bitewînin û Çapemenîya Azad bêdeng bikin.”

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.