NÛÇEYÊN KURDÎ

DI 2023AN DE WÊ LÊÇÛNA EHLÎYETÊ JI 10 HEZARÎ DERBAS BIKE!

Xercên qursên ehlîyetê û heqê ehlîyetê, bi zêdebûna ku wê ji sala 2023yan û pê ve bê kirin, lêçûna wergirtina ehlîyetê dê ji 10 hezar lîreyê derbas bibe.

Wezareta Xezîne û Darayîyê rêjeya ji nû ve nirxandinê ya ji bo kaxizên biqîmet yên wek pasaport, ehlîyet û bac, ceza û xercên sala 2023an werast kirin. Li gorê vê yekê bi sala nû re heqê ehlîyeta sinifa A ji 370 lîre û 40 quruşan wê bibe 825 lîre û 73 quruş, heqê ehlîyeta pola B ya ku ajokarên siwareyan bikar tînin jî, ji hezar û 116 lîre û 90 quruşan wê bibe 2 hezar û 489 lîre û 90 quruşan. Hat diyarkirin ku heqê qursa ehlîyetê wê di navbera 7 hezar û 7 hezar û 500 lîre de be. Hat îfadekirin ku ji bo ehlîyeta sinifa B wê bi heqê qurs, hîndekarî, bac û ezmûnê re ji 10 hezar û 500 lîreyê derbas bike. Her wiha tê dîyarkirin ku kesên dixwazin ehlîyeta xwe  berîya sala nû û zemê bistînin, di meha kanûnê de li qursên ehlîyetê kontejan dagirtin.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.