NÛÇEYÊN KURDÎ

DI 29Ê GULANÊ DE WÊ DIBISTAN GIRTÎ BIN

Wezîrê Perwerdeya Neteweyî Mahmût Ozer, derbarê rojeva perwerdeyê de daxuyanî da.

DI 29Ê GULANÊ DE WÊ DIBISTAN GIRTÎ BIN

Wezîrê Perwerdeya Neteweyî Mahmût Ozer, derbarê rojeva perwerdeyê de daxuyanî da.

Ozer anî ziman ku ji ber erdhêjê dihat texmîn kirin wer heye perwerde zû têkeve betlaneyê lê wê tu guhertin çênebe û wiha got, "Di 16'ê Hezîranê de dibistan dikevin betlaneyê, me dema wê dirêjkirin nekir.

Di navbera 1’ê Tebaxê û 1’ê Îlonê de em ê li herêma erdhejê bernameya perwerdeya telafîyê ya 2 mehan pêk bînin. Xwendekar wê karibin vê perwerdeyê li bajarê ku ew dixwazin, ne hewce li cîhê ku lê dixwînin bibînin.

Vegera herêma erdhejê berdewam dike. 82 hezar û 560 xwendekar vegerîyan.  Serokkomar daxuyand ku wê mulaqat bên betalkirin.

Dema ku mulaqat bên rakirin, ji bo tayînkirina mamosteyan tenê wê pîvana KPSS be. Piştê hilbijartinê dibistanên me ji bo ku dibistanên xwe ji perwerdeyê re amade bikin wê di 29ê Gulanê de têkevin betlaneyê.”

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.