NÛÇEYÊN KURDÎ

DI 3 MEH Û NÎVAN DE LI HERÊMA ERDHÊJÊ 38 HEZAR ERDHÊJ ÇÊBÛN E

Piştê erdhêjên 6'ê Sibatê ku li navenda Mereşê pêk hatin, piştê wê erdhêjên biçûk hê jî berdewam dikin.

DI 3 MEH Û NÎVAN DE LI HERÊMA ERDHÊJÊ 38 HEZAR ERDHÊJ ÇÊBÛN E

Piştê erdhêjên 6'ê Sibatê ku li navenda Mereşê pêk hatin, piştê wê erdhêjên biçûk hê jî berdewam dikin.

Midûrê Giştî yê Erdhej û Kêmkirina Rîskê yê AFADê Orhan Tatar, derbarê erdhêjan de agahîyên dawî parve kir. Tatar di daxuyanîya xwe de wiha got: "Hejmara erdhêjên ku ji teref Midûrîya Erdhêjê ya AFADê ve di salekê de hatine pîvandin derdora 22 hezarî ye.

Hejmara erdhêjên piştê 6ê Sibatê yên di 3 meh û nîvan de çêbûne jî derdora 38 hezarî ye. Ev jimareke pir mezin e. Hinek ji wan lerza wan derdora 5an in. Bi taybetî di rewşên wiha de ji çîya ketina keviran ji bo me xeterek mezin e.

Li Edeneyê di encama ketina keviran de mirina 4 mamosteyên me hê jî di dilê me de ye. Divê em li cihên ku kevirên bi vî rengî dikevin, bi taybetî li nêzê cihên niştecihbûnê baldar bin."

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.