NÛÇEYÊN KURDÎ

DI 8’Ê ADARÊ DE LI ÊLIHÊ JINEK HATE QETILKIRIN!

Li Êlihê di 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê de jinek ji alîyê hevjînê xwe yê li ber hevberdanê bû hat qetilkirin.

DI 8’Ê ADARÊ DE LI ÊLIHÊ JINEK HATE QETILKIRIN!

Li Êlihê di 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê de jinek ji alîyê hevjînê xwe yê li ber hevberdanê bû hat qetilkirin.

Di 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê de, mêrê bi navê Murat Atilgan, Tûba Atîlgan (33) a ku di pêvajoya hevdû berdanê de bû bi çekê gule bera wê da û qetil kir.

Atilgan dema li rawestgeha otobûsan a Taxa Tilmerçê sekinî bû, rastê êrîşê hat û li cihê bûyerê jîyana xwe ji dest da. Di dema êrîşê de keçeke 16 salî jî li rawestgehê bû, ew jî di êrişê de ew jî birîndar bû.

Li ser agahdarkirina kesên li derdorê, ambulans hatin cihê bûyerê û zaroka keç rakirin nexweşxaneyê. Cenazeyê Atilgan jî rakirin Morga Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Êlihê. Kujer Mûrat Atilgan jî hate binçavkirin.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.