NÛÇEYÊN KURDÎ

DI AKP’Ê DE JI BO STENBOLÊ NAVÊ YERLÎKAYA DERDIKEVE PÊŞ

Hat îdîakirin ku navê Wezîrê Karên Navxweyî Alî Yerlîkaya wek namzetê Şaredarîya Bajarê Mezin a Stenbolê ya AK Partîyê derket pêşîyê.

DI AKP’Ê DE JI BO STENBOLÊ NAVÊ YERLÎKAYA DERDIKEVE PÊŞ

 

 

Ji hilbijartina herêmî re ku 3 meh ma, namzeta AK Partî ya Stenbolê ku li hemberê Ekrem Îmamoglu wê nîşan bide bûye mijara herî balkêş.

Li gor agahîya ku ji paşperdeyê hat hildan, hat dîyarkirin ku li ser maseya Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan navên Murat Kurum, Tevfîk Goksu û Alî Yerlîkaya hene.

Lê belê tê gotin ku Yerlîkaya ji her du navên din bi şenstir e. Li ser medyaya civakî hin hesabên nêzê AK Partîyê dest bi parvekirina "Bila navê Yerlikaya ji bo ÎBB re ser xêrê be" hat parvekirin.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.