NÛÇEYÊN KURDÎ

DI ANKETÊ DE TIFAQA MILET TIFAQA CUMHÛR LI PAŞ HIŞT!

Di anketa hilbijartinê ya ku di serê meha Cotmehê de hatiye kirin, hat destnîşankirin ku tifaqa milet, tifaqa cumhûr li paş hiştiye.

DI ANKETÊ DE TIFAQA MILET TIFAQA CUMHÛR LI PAŞ HIŞT!

Şîrketa ALP ya ku di navbera 1 û 3ê Cotmehê de li 33 bajaran bi 2 hezar û 560 kesan re anket kirî ye, encamê wê weşand.

Di anketê de ji beşdaran hat pirsîn, “Vê yekşemê hilbijartin çêbibe, gelo hûnê deng û raya xwe bidin kîjan partiyê?”

Ji sedî 29,1ê beşdaran gotin em dengê xwe didin CHPê, ji sedî 28,6ê wî jî gotin emê dengê xwe bidin AKPê. Her wiha ji sedî 8,3yê beşdaran jî gotin em dengê xwe didin HDPê. Ji sedî 6ê beşdaran dibêjin em dengê didin MHPê. Bi vê yekê tê xuya kirin ku MHP dîsa di bin benda hilbijartinê de dimîne.

Li gori vê anketê rewşa tifaqan wiha hat diyar kirin. Rêjeya deng û rayên tifaqa milet ji sedî 43,2, ya tifaqa cumhûr jî ji sedî 34,6 ray e.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.