NÛÇEYÊN KURDÎ

DI ATOLYEYA ZÊR DE ZENAATA WINDAYÎ JI NÛ VE FÊR DIBIN

Zarokên ku li atolyeya zêr a ku li Amedê kar dike perwerde dibin, fêrê neqş û çêkirina zêr dibin.

DI ATOLYEYA ZÊR DE ZENAATA WINDAYÎ JI NÛ VE FÊR DIBIN

Karsazê zêr ku li navçeya Kayapinar a Amedê di sektora zêr de dixebite, di atolyeya hilberîna zêr de ku ji bo zarokên ku dev ji dibistanê berdidin vekir, ji bo hostetîyê perwerde dide.

Zarokên di navbera 14 û 21 salî de hînê zenaatê dibin û bi zêrên ku çêdikin ji hêla aborî ve alîkarîya malbatên xwe dikin.

Xwedîyê kargehê Kamuran Kaya di daxuyanîya xwe de wiha got: “Ev zarok hewl didin ku zenaata windabûyî ya li Amedê ji nû ve zindî bikin. Hêvîdarim ku her yek ji zarokên me di paşerojê de bibin hosteyek û şagirtên cûda perwerde bikin."

 

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.