NÛÇEYÊN KURDÎ

DI AVAHÎYÊN BIXESAR DE BÛYERÊN DIZÎYÊ ZÊDE DIBIN

Li Navçeya Baglarê di avahiyên ji ber erdhejê xisar dîtine de bûyerên dizîya malan zêde bûne.

DI AVAHÎYÊN BIXESAR DE BÛYERÊN DIZÎYÊ ZÊDE DIBIN

Li Navçeya Baglarê di avahiyên ji ber erdhejê xisar dîtine de bûyerên dizîya malan zêde bûne.

Di erdhêja ku di 6ê Sibatê de pêk hat, yek ji navçeya herî zêde xesar lê çêbû jî Baglara Amedê bû. Ji bo ewlehîya canê xwe, hemwelatîyan malê xwe terikand. Li gor nûçeya Fatma Temel a ji Guneydogû Expresê, dizên ku ji avahiyên vala yên li Taxa Bağlarê sûdê werdigirin, jiyana xwe dixin xeterê û derî, pencere, saetên avê û her wiha amûrên ku dikarin bifroşin didizin. Tevî ku Qereqola Bağlara 100 metre dûrî taxê ye jî, li Taxa Fatîhê ku yek ji cihên ku herî zêde dizî lê tên kirin, dizîya malan berdewam e. Wekîlê Muxtarê Taxê Xelef Herdem, da zanîn ku ji bo tedbîrên pêwîst bigirin çûne qereqolê û wiha got, "Em ewlehiya avahiyên terkirî yên ku zirara wan giran û navîn e, dixwazin." Welatiyên taxê gotin, “Em ditirsiyan ku her kêliyê avahiyên li kêleka me hilweşin, em jî ji dizan ditirsiyan. Ewlekariya jiyanê ji me re nema.”

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.