NÛÇEYÊN KURDÎ

DI AVAHÎYA LI SÛRÊ DE ŞEWAT DERKET! 6 KES JI DÛMANÊ JEHRÎ BÛN

Di şewata avahîya ku li navçeya Sûrê ya Amedê derket de 6 kesên di malekê de bûn ji dûmanê jehrî bûn.

DI AVAHÎYA LI SÛRÊ DE ŞEWAT DERKET! 6 KES JI DÛMANÊ JEHRÎ BÛN

 

Şewat bi şev di maleke 2 qatî ya li Kolana Bel a Taxa Lalebey a navçeya Sûrê de derket. Hat îdîakirin ku dema kesên di malê de razayî bûn, şewat ji sobeyê derketîye.

Malbata ku ji ber dûmanê bi zorê bêhn girtin şîyar bûn û bi şewata mala xwe hesîyan û li ser vê tavilê ji malê derketin.

6 kesên bi navên Huseyîn K. (34), Mizgîn K. (30), Sultan K. (25), Yagmur K. (5), Azra K. (4) û Hazal K. (2) ji ber dûmanê bandor û jehrî bûbûn, rakirin nexweşxaneyên derdorê û hatin dermankirin. Hate hînbûn ku rewşa tenduristîya wan baş e. derbarê şewata ku bi midaxaleya tîmên agirtefê hat vemirandin lêpirsîn hat destpêkirin.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.