NÛÇEYÊN KURDÎ

DI BÛYERA HERIKÎNA ERDÊ DE 4 KES HATIN BINÇAVKIRIN

Derbarê herikîna erd a di kana zêr de pêk hat de 4 kes hatin binçavkirin.

DI BÛYERA HERIKÎNA ERDÊ DE 4 KES HATIN BINÇAVKIRIN

 

Xebatên lêgerîn û rizgarkirinê yên 9 karkerên ku li navçeya Îlîçê ya Erzînganê di bin axê de man, di bin barana zêde de jî didome.

Midûrê qadê jî di nav de 4 kesên wezîfedar bûn hatin binçavkirin.

Wezîrê Karên Hundir Alî Yerlîkaya di daxuyanîya xwe de dîyar kir ku 827 personel li ser peywirê ne û bi tevahî 10 milyon metrekup ax herikîye û ji bo bûyerê 4 dozgerên komarê û gelek mufetîş hatine wezîfedarkirin.

Yerlikaya da zanîn ku di encama herikîna kanê de midûrê qadê jî di nav de 4 kes hatin binçavkirin. Yerlîkaya di daxuyanîya xwe ya dawî de dîyar kir ku ji xebatkarê ku lêgerîna wan didome, 5 jê di konteynirê de, 3 di heman wesayîtê de û 1 jî di kamyonê de bûn.

 

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.