NÛÇEYÊN KURDÎ

DI BIHAYÊ BENZÎNÊ DE 1 LÎRE Û 94 QURUŞ ERZANÎ TÊ HÊVÎ KIRIN

Di heyama ku zêdebûna bihayê sotemeniyê berdewam dike de, hat diyarkirin ku ji bo koma benzînê nêzê 2 lireyan erzanî tê payîn.

DI BIHAYÊ BENZÎNÊ DE 1 LÎRE Û 94 QURUŞ ERZANÎ TÊ HÊVÎ KIRIN

Di heyama ku zêdebûna bihayê sotemeniyê berdewam dike de, hat diyarkirin ku ji bo koma benzînê nêzê 2 lireyan erzanî tê payîn.

Ji ber guharîna nirxê petrolê û pereyê biyanî, bihayê neftê jî timî diguhere. Herî dawî di 13ê Îlonê de li bihayê benzînê 2 lire û 3 quruş, di 14ê Îlonê de jî li bihayê mazotê 1 lîre û 64 quruş zem hatibû kirin.

Hat diyarkirin ku piştê zêdekirina li pey hev, wê vê carê di bihayê neftê de erzanî pêk were.

Tê payîn ku li benzînê 1 lîre û 94 quruş wê erzanî pêk were û ji 27ê îlonê pê ve bikeve meriyetê. Li Amedê piştê erzaniyê lîtreya benzînê ji 39 lire û 87 quruşan wê dakeve 37 lire û 93 quruşan. Bihayê mazotê jî di ser 41 lîre re berdewam e.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.