NÛÇEYÊN KURDÎ

DI ÇALAKÎYÊN JI BO JÎNA EMÎNÎ DE 38 KES BIRÎNDAR BÛN

Li rojhilatê di çalakîyên ji bo Jîna Emînî ku çalakî hêj berdewam in gelek kes birîndar bûn û hatin girtin.

DI ÇALAKÎYÊN JI BO JÎNA EMÎNÎ DE 38 KES BIRÎNDAR BÛN

Li rojhilatê di çalakîyên ji bo Jîna Emînî ku çalakî hêj berdewam in gelek kes birîndar bûn û hatin girtin.

Di çalakîyên ku li Saqiz û Sinê ji bo jina Kurd Jîna (Mahsa) Emînî ku ji ber êşkenceya polîsên Îranê jîyana xwe ji dest dabû polîs bi awayekî tund midaxeleyê çalakîyan kirin. Li gor daneyên dawîn ên ji alîyê Rêxistina Mafên Mirovan a Hengawê hat weşandin hat dîyarkirin ku di encama protestoyên du bajaran de 38 kes birîndar bûn, 13 kes jî hatin girtin. Jêderkên ku ji bo Hengawê axivîn dîyar kirin ku birîndar dema dermankirinê de ji alîyê polîsan ve rastî zext û zoran hatin û pirs li wan hatin kirin. Her wiha hat dîyarkirin ku li Îranê gelek aktîvîst ji alîyê sîxuran ve bi rêya telefonê gef li wan hatin xwarin û ji bo beşdarî çalakîyan nebin hişyarî li wan hatin kirin.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.