NÛÇEYÊN KURDÎ

DI ÇARÇOVEYA BERNAMEYA ‘BASKÊN ROJHİLATÊ’ DE PANELA ‘SÊ STÊRKÊN ROJHILATÊ’ HAT LIDARXISTIN

Panela "Sê Stêrkên Rojhilatê" di çarçoveya bernameya "Baskên Rojhilatê" de ku bi mazûvanîya Walîtîya Amedê û Şaredarîya Bajarê Mezin, bi hevkarîya Zanîngeha Dîcleyê û Cemîyeta Dîrokî ya Tirkîyeyê hat lidarxistin.

DI ÇARÇOVEYA BERNAMEYA ‘BASKÊN ROJHİLATÊ’ DE PANELA ‘SÊ STÊRKÊN ROJHILATÊ’ HAT LIDARXISTIN

Panela "Sê Stêrkên Rojhilatê" di çarçoveya bernameya "Baskên Rojhilatê" de ku bi mazûvanîya Walîtîya Amedê û Şaredarîya Bajarê Mezin, bi hevkarîya Zanîngeha Dîcleyê û Cemîyeta Dîrokî ya Tirkîyeyê hat lidarxistin. Di panela ku ji 3 rûniştinan li Navenda Kongreyê ya Zanîngeha Dîcleyê hat lidarxistin de, çavkanî, berhem û bandorên Feqîyê Teyran, Molla Ehmedê Cizîrî û Ehmedê Xanî ji alîyê akademîsyen û dîroknasên ku di warên xwe de pispor in, hatin nirxandin. Walî Munîr Karalogluyê wiha got: “Em îro li vir sê kesayetên girîng bi bîr tînin, her sê jî gelek girîng in. Em ê berdewam bikin ku kesayetîya sê stêrkê fêm bikin û rave bikin. Em ê van kesayetên girîng di dîrokê de bi ronahîya lêkolînên zanistî tomar bikin. Ji bo her kesên ku kedê wan di vê panele de hene, ez wan pîroz dikim." Di panelê de Rektorê Zanîngeha Dîcleyê Prof. Dr. Mehmet Karakoç, di derbarê zanîngehê de danasîneke kurt kir û wiha got: “Em di vê panelê de bi şîara ‘sê stêrkên rojhilatê’ bi hev re ne. Van her sê kesayetên girîng hewl dane ku ne tenê li cihê ku lê ne, li erdnîgarî û li derveyî erdnîgarîyê jî yekîtî û biratîyê ava bikin."

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.