NÛÇEYÊN KURDÎ

DI COTMEHÊ DE 34 JIN Û DI 10 MEHAN DE JÎ 275 JIN HATIN QETILKIRIN

Platforma Em ê Kuştina Jinan Rawestînin (KCDP) daneyên xwe yên meha Cotmehê parve kir.

DI COTMEHÊ DE 34 JIN Û DI 10 MEHAN DE JÎ 275 JIN HATIN QETILKIRIN

Platforma Em ê Kuştina Jinan Rawestînin (KCDP) daneyên xwe yên meha Cotmehê parve kir. Li gorî daneyan meha borî, 34 jin hatin qetilkirin û 26 jin bi guman mirine. Di 10 mehên 2022’an de hejmara jinên hatin qetilkirin derket 275’an. Li gorî par ji sedî 88 zêdebû ye. Li gorî daneyên platformê ji 34 jinên hatine qetilkirin 2 jê ji ber sedemên aborî, 11 jin jî ji ber ku xwestine li ser jiyana xwe biryarên weke daxwaza telaqê û redkirina têkiliyan bidin hatine qetilkirin. Ji wan 21 kes ji ber çi sedemê hatin kuştin, nehat zanîn. Li aliyê din di vê mehê de ji sedî 59 jin di malên xwe de hatin qetilkirin.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.