NÛÇEYÊN KURDÎ

DI DAWÎYA HEFTEYÊ Û CEJNE DE BARKIRINA TOZÊ Û BARANÊ TÊ HÊVÎKIRIN

Midûrîyeta Herêma Meteorolojîyê ragihand ku dawîya hefteyê li Amed, Mêrdîn, Riha û di derdora wan de, barkirina tozê û baranê tê hêvîkirin.

DI DAWÎYA HEFTEYÊ Û CEJNE DE BARKIRINA TOZÊ Û BARANÊ TÊ HÊVÎKIRIN

Midûrîyeta Herêma Meteorolojîyê ragihand ku dawîya hefteyê li Amed, Mêrdîn, Riha û  di derdora wan de, barkirina tozê û baranê tê hêvîkirin. Di daxuyanîya nivîskî ya Midûrîyeta Herêma 15emîn a Meteorolojîyê ya Amedê de hat destnîşankirin ku di dawîya vê hefteyê û Cejna Remezanê de, li piranîya herêma me baran bibare û germahî kêm bibe. Hat ragihandin ku li Amed û bajarên herêmê, tê pêşbînîkirin ku di saetên şevê de baraneke gurr bibare û bandora birûskê çêbe. 

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.