NÛÇEYÊN KURDÎ

DI DIBISTANAN DE WEZÎFEDARKIRINA MELAYAN HAT PROTESTOKIRIN

Di çarçoveya projeya ku navê wê “Ez li derdora xwe miqateme, ez li nirxê xwe xwedî derdikevim” bi navê “şêwirmendê manewî” melayan li dibistanan wezîfedar dikin. Ev tayînkirina melayan a ji bo dibistanan hat protesto kirin.

Li gor nûçeya rojnameya Bîrgunê, li navçeya Karabûrûn a Îzmîrê gelek hemwelatî li dijî tayînkirina melayên ku li Îzmîrê li 842 lîse û dibistanên amadeyî derketin û nerazîbûn nîşan dan û daxwazname ji Midûrîyeta Perwerdeya Neteweyî ya Îzmîrê re şandin.

Di daxwaznameyê de tekezî li ser wê yekê hat kirin ku ev proje li dijî prensîba laîkparêzîyê ye ku di destûrê de hatîye garantîkirin, daxwaz hat kirin ku tavilê ev proje were rawestandin û betalkirin.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.