NÛÇEYÊN KURDÎ

DI DOZA KUŞTINA SÎNCARÊ DE DANIŞÎN TALOQÊ 12’Ê BERFANBARÊ HAT KIRIN

Danişîna doza Cîhan Yildiz ê ku ji ber kuştina Parlamenterê Partîya Demokrasîyê (DEP) Mehmet Sîncar dihat darizandin, careke din hat taloqkirin.

Cîhan Yildiz ê ku di 4'ê Îlona 1993'an de, li Êlihê ji ber kuştina Wekîlê DEP'ê Sîncar, cezayê muebbetê yê giran lê hat birrîn, ji alîyê Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (AÎHM) ve bi biryara Dadgehên Ewlekarîya Dewletê (DGM) ji dosyayên din hat berdan, darizandina wî li 6'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat dîtin. Dadgehê, daxwazên girtina bersûc Cîhan Yildiz, ji bo Kutlu Savaş bê guhdarkirin, rûniştina doza 4'emîn Cezaya Giran a Amedê were yekalîkirin û li benda encama heman dozê bê dîtin, red kir û danişîn taloqê heta 12’ê Berfanbarê kir. Parêzerê malbata Sîncar Mehdî Ozdemîr, dîyarkir ku dosyeya li 4'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê ku îfadeyên bersûcan tê de heye, wê dozê dirêj bike û xwest ku ev biryar bê betalkirin.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.