NÛÇEYÊN KURDÎ

DI GIRTÎGEHA AMEDÊ DE SÎNORDARKIRINA ŞEWBÊ DIDOME

Girtiyên ku di Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Hejmara 2’yan de ne, diyar kirin ku sînordarkirinên di çarçoveya şewba koronayê de hê jî didomin û pêdiviyên wan ên werzîş û xwarinê nayên kirin.

14 girtiyên ku di Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Hejmara 2’yan de ne ji bo binpêkirinên mafên xwe bi daxwaza alîkariya hiqûqî name ji Şaxa Amedê ya Komeleya Mafên Mirovan  re şand. Girtî di nameyên xwe de diyar kirin ku hevdîtinên girtî û vekirî, werzîş, sohbet, kurs û gelek maf û çalakiyên dîtir tên astengkirin. Şaxa Amedê ya IHD’ê piştî nameyên girtiyan ji bo binpêkirinên mafên wan çareser bibin bi daxwaznameyekî serî li Wezareta Dadê û bi vê mijarê de têkildar saziyên din re kir.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.