NÛÇEYÊN KURDÎ

DI HEFTEYA 718’AN DE AQÛBETA ALÎ TEKDAG Ê KU JI 1994'AN DE WENDAYE HAT PIRSÎN

Xizmên windayan û Şaxa ÎHD'ê ya Amedê di hefteya 718'an a bi navê "Bila winda bên dîtin, kiryar bên darizandin" ji bo xizmên windayan careke din hatin cem hev.

DI HEFTEYA 718’AN DE AQÛBETA ALÎ TEKDAG Ê KU JI 1994'AN DE WENDAYE HAT PIRSÎN

Xizmên windayan û Şaxa ÎHD'ê ya Amedê di hefteya 718'an a bi navê "Bila winda bên dîtin, kiryar bên darizandin" ji bo xizmên windayan careke din hatin cem hev. Malbatên ku wêneyên xizmên xwe yên hatine windakirin hilgirtin, aqûbeta Alî Tekdag ê ku di 13'ê Mijdara 1994'an de li Amedê hat binçavkirin careke din agahî jê nehat girtin pirsîn. Li ser aqûbeta Alî Tekdag ê ku li nîvê kolanê bi zorê li siwareyê hat siwarkirin û hat revandin, malbata wî axivî û wiha got, "Em dizanin ku hatîye binçavkirin, bila înkar nekin. Em gor û hestîyên xwe dixwazin.” Sekreterê Şaxa ÎHD'ê ya Amedê Yakup Guven jî axivî û dîyar kir ku sedema sereke ya neyên eşkerekirin nêzîkatîya îdeolojîya sîyasî ye. Guven ji bo dawî li polîtîkaya bêcezakirinê bê anîn, dîyar kir ku divê qetlîamên ji berê heta niha hatine kirin bila bên eşkerekirin û kiryar bên cezakirin. Daxuyanî, piştê çalakîya rûniştinê ya bi qasê deqeyekê bi dawî bû.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.