NÛÇEYÊN KURDÎ

DI HEFTEYA 750’EMÎN DE LI KUJERÊN RAMAZAN YUCE PIRSÎN

Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Şaxa Amedê û Malbatên Windayan di çalakîya xwe ya bi navê “Bila winda bên dîtin û faîl bên darizandin” a di hefteya 750’emîn de li kujerên Ramazan Yuce pirsîn.

DI HEFTEYA 750’EMÎN DE LI KUJERÊN RAMAZAN YUCE PIRSÎN

Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Şaxa Amedê û Malbatên Windayan di çalakîya xwe ya bi navê “Bila winda bên dîtin û faîl bên darizandin” a di hefteya 750’emîn de li kujerên Ramazan Yuce pirsîn.

Di çalakîyê de Serokê Şaxa ÎHD'ê ya Amedê Abdullah Zeytûn axivî û derbarê serbest berdana polîsên ku li navçeya Licê êşkence li zarokê bi navê  Y.D kiribûn rexne kir û wiha got, “3 polîsên bersûc ên ku di 21’ê Adarê de li Licê ji ber sûcê êşkence û muameleya xerab a li dijî zarok, hatibûn binçav kirin serbest hatin berdan.

Li şûna îşkence û muameleya xerab, ji bo sûcên hêsantir îdianame hat amadekirin. Pêwist bû ku ji sûcê êşkence û mûameleya xerab doz li wan bihata vekirin.”

Endamê Komîsyona Windayan a ÎHD’a Amedê Firat Akdenîz jî çîroka qetilkirina Ramazan Yuce xwend û wiha got, “

Ramazan Yuce yê bavê 7 zarokan yê ku li navçeya Farqînê ya Amedê dijî,

Di 29'ê Hezîrana 1992'an de ji bo ezmûna mezûnîyetê ya derve diçe Amedê.

Wê sibê ji jina xwe re dibêje, ez diçim, lê min xewnên xerab dît, ger tiştek bi min were, keça min a nîşkirîye bizewicîn e.

Dema ku dixwest ji Amedê bihata Farqînê, li Kolana Lalebeyê, ji alîyê kesên nenas ve ji pişt ve rastê êrîşa çekdarî tê.

Ramazan Yuce li wir jîyana xwe ji dest dide. Bûyer ji wê demê ve weke bûyera kujerê wê nedîyar tê tomarkirin.

Em careke din dixwazin ku rastîya vê bûyerê derkeve holê û berpirsyar bên eşkerekirin û bên darizandin û cezakirin.

Em ji bo Ramazan Yuceyê ku tam 31 sal berê li yek ji kuçeyên teng ên vê bajarê hatîye qetilkirin edaletê dixwazin."

Paşê jî ji bo bîranîna windayan çalakîya rûniştinê hat lidarxistin û çalakî bidawî bû.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.