NÛÇEYÊN KURDÎ

DI HEFTEYA 772’YAN DE JI BO JINÊN HATINE WINDAKIRIN Û QETILKIRIN EDALET HAT XWESTİN

Xizmên Windayan û Şaxa ÎHD'ê ya Amedê di hefteya 772'yan de çalakîya "Bila winda bên dîtin û kiryar bên darizandin" ji bo jinên di binçavan de hatin windakirin û ji alîyê kiryarê nedîyar ve hatin qetilkirin, daxwaza edaletê kirin.

DI HEFTEYA 772’YAN DE JI BO JINÊN HATINE WINDAKIRIN Û QETILKIRIN EDALET HAT XWESTİN

Xizmên Windayan, Wekîla HEDEP'ê ya Amedê Halîde Turkoglu, nûnerên partîyên sîyasî û rêxistinên sivîl û parêzvanên mafan beşdarê çalakîyê bûn.

 

Di çalakîyê de wêneyên kesên di binçavan de bi zorê hatin windakirin û di encama êrîşeke nedîyar de hatine qetilkirin, hilgirtin.

Vê hefteyê bi wesîleya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundîya li Ser Jinê ya Cîhanê, jinên ku di binçavande bi darê zorê hatin windakirin û qetilkirin, kiryarê wanên ne dîyar hatin pirsîn.

Hevseroka Şaxa ÎHD'ê ya Amedê Suzan Mehmetoglû Aksoy di çalakîyê de axivî û got, “Em vê hefteyê jî 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Jinê bi çalakîyan berdewam dikin.

Weke Tora Têkoşîna li Dijî Tundîyê ya Amedê û sazîyên jinan, serlêdana me ya ji bo meşa ku em ê di çarçoveya çalakîyên hefteyê de li dar bixin, li walîtîyê hat redkirin. Meşa me hat astengkirin. Dîsa jî emê li qadan bin. Jin bi têkoşînê wê mafên xwe bi dest bixin. Em ê ji têkoşîna xwe paşde gav navêjin. Heta ku jin hebin wê têkoşîn bidome.”

Piştê daxuyanî û axaftinan navên jinên di binçavan de bi zorê hatin windakirin û qetilkirin hatin parvekirin.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.