NÛÇEYÊN KURDÎ

DI HEMAN ROJÊ DE 3 BIJÎJKAN XWE KUŞT! TTB:EM XEMGÎNIN Û BI HÊRSIN

Li sê bajarên cuda di rojekê de 3 bijîjkan xwe kuştin.

DI HEMAN ROJÊ DE 3 BIJÎJKAN XWE KUŞT! TTB:EM XEMGÎNIN Û BI HÊRSIN

Li sê bajarên cuda di rojekê de 3 bijîjkan xwe kuştin.

Yekitîya Tebîbên Tirk (TTB) ragihand ku bijîjkeke din ya ku li Mêrsînê dixebitî jî xwe kuştî ye.

Di salên dawî de hejmara bijîjkên ku ji Tirkîyeyê diçin welatên din zêde bûne û hat ragihandin ku di rojekê de li bajarên cuda 3 bijîşkan întîhar kirine.

Yekitîya Tabîbên Tirk ragihand ku di rojekê de li sê bajarên cuda 3 bijîjkan întîhar kirine û destnîşan kir ku hawirdora tenduristîyê ji ber gelek sedeman weke qeyrana aborî, bêewlehî, şert û mercên giran ên kar, zextên îdarî û tundîya di tenduristîyê de asê maye.

TTByê li ser hesabê xwe yê medyaya civakî daxuyanî da û wiha hat gotin: “Me agahî girt ku li Mêrsînê di heman rojê de bijîjkeke ciwan jîyana xwe ji dest daye. Em sersaxîyê û sebrê ji malbat, xizm û civaka tenduristîyê re dixwazin. Bele em xemgînin lê em bi hêrs in jî!

Ji bo rûmeta pîşeya bijîşkî, mafên keda me û tenduristîya şert û mercên xebata me; Em banga xwe ya ji bo têkoşîna jîyan û zindîbûnê dubare dikin."

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.