GÜNDEM

DI HILBIJARTINA DTSO’YÊ DE LÎSTEYA KESK SER KET

Di hilbijartina DTSOyê de Lîsteya Kesk bi ser ket. Kaya wiha got; "Em dibêjin di vê hilbijartinê de helwesta Amedê bi ser ket."

DI HILBIJARTINA DTSO’YÊ DE LÎSTEYA KESK SER KET

Odeya Pîşesazî û Bazirganîyê ya Amedê (DTSO) ji bo dîyarkirina rêveberîya xwe ya nû duh çû ser sindoqan. Proseya dengdayînê ya ku saet di 09:00 de dest pê kiribû, saet 17:00 bi dawî bû.

Lîsteya Kesk a ku Serokê DTSO yê niha Mehmet Kaya temsîl dike di 16 koman de bû yekemîn û di hilbijartinê de careke din bi ser ket.

Kaya piştê serketina hilbijertine li ber avahîya DTSO’yê daxuyanî da û bal kişand ser mijara rêveberîyên herêmê û rêvebirên fermî yên li bajêr ku naxwazin bi DTSO’yê re bixebitin û axaftina xwe wiha domand; “Ev hilbijartin bi rastî ne tenê ji me re, ji bo sazîyên ku DTSO’yê paşguh dikin an naxebitin re jî peyamek e. Ev hilbijartin li gel Odeya Bazirganî û Pîşesazî, peyama xizmetkirina ya vî bajarê ye. Em dibêjin di vê hilbijartinê de helwesta Amedê bi ser ket. Ev erêkirin û deng dayînê em wek ji bo helwesta DTSO’yê qebûl dikin.”

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.