NÛÇEYÊN KURDÎ

DI KOMÎSYONA BUDÇEYÊ DE NÎQAŞA GOTINA “KURDISTAN”

Di hevdîtinên Komîsyona Plan û Budçeya Parlamentoyê de li ser gotina “Kurdistan” nîqaş derket.

DI KOMÎSYONA BUDÇEYÊ DE NÎQAŞA GOTINA “KURDISTAN”

Piştê Parlamentera Colemêrgê ya Partîya Wekhevî û Demokrasîyê (HEDEP) Oznur Bartin ku derbarê butçeya Wezareta Pîşesazî û Teknolojîyê ya ku di Komîsyona Plan û Budçeyê ya Meclîsê de hat nîqaşkirin, gotina "Kurdistan" bi kar anî û li ser vê parlamenterên AKP û ÎYÎ Partîyê, axaftina wê qut kirin û bertek nîşan dan.

Li gorê nûçeya Ajansa Mezopotamya, Bartin di destpêka axaftina xwe de derbarê butçeya 2024’an de wiha got; “Digel ku newekhevîya herêmê roj bi roj kûrtir dibe, ji bilî yek wezaretê, wezaretên din, tenê bajarên ku nifûsa Kurd lê zêde ye lêçûnên wan pir kêm dibe.

Ev wezaret, Wezareta Parastina Neteweyî ye ku nasname û erdnîgarîya Kurd’an, Rojava û Herêma Kurdistana Iraqê dike hedef û bombebaran dike.

Bîra bê binê ya butçeyê lêçûnên ewlehîyê ye.

Ger li Colemêrg û bajarên derdorê li şûna van lêçûnên ewlehîyê di warê pîşesazî û teknolojîyê de veberhênan bihata kirin, îro Colemêrg nedibû bajarê bêkarî û feqîrîyê û bajarên herêmê jî di şaneyên civakî-aborî de ne di bin de bûna.

Bi rastî daneyên TUÎK û gelek sazîyên fermî jî nexşeya Kurdistanê nîşan dide.” Piştê gotinên Bartin, Parlamenterê ÎYÎ Partîyê yê Enqereyê Adnan Beker jî got, “Ev der Tirkîye ye, ev der Tirkîye ye! Dewleta Komarê, dev ji Kurdistanê berde!.

Parlamenterê ÎYÎ Partîyê Yavuz Aydin jî gotinên Bartin qut kir û got, "Ev çi Kurdistan e, ev der Tirkîye ye! Kê ev nexşeya Kurdistanê xêz kir?

 Bartin jî li ser vê ji her du parlamenterên ÎYÎ Partîyê re got, "Min ev xêz nekir, TÛÎK'ê xêz kir, sazîyên fermî ev xêz kirin û weke ku hûn jî dibînin, qadên teşwîqkirina veberhênanê yên li vir bi şîn tên nîşandan, herêmên herî kêm in."

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.