NÛÇEYÊN KURDÎ

DI LÊPIRSÎNA “BÊRÊTΔ YA ŞAREDARÎYA BAGLARÊ DE 2 KES HAT GIRTIN

Di lêpirsîna "bêrêtî" ya ku li Şaredarîya Baglarê hat kirin de 2 kes hatin girtin.

DI LÊPIRSÎNA “BÊRÊTΔ YA ŞAREDARÎYA BAGLARÊ DE 2 KES HAT GIRTIN

Rojek berê F.K. yê ku li Şaredarîya Baglarê ya Amedê di Midûrîyeta Avakirinê de dixebitî, dema ku ji karsazekî “bertîl” digirt di siwareyê de li ser sûc hat girtin.

Di çarçoveya lêpirsîna ku li ser gilîya karsaz hat destpêkirin de Alîkarê Şaredarê Baglarê S.A. jî duh serê sibê hat binçavkirin.

Di çarçoveya lêpirsîna ku bi talîmata Serdozgerîya Komarê ya Amedê hat kirin de F.K. û S.A. piştê îfadeyên wan yên li emnîyetê birin Dozgerîyê.

Dadgeha nobedar derbarê S.A. û F.K. de biryara girtinê da. Li alîyê din îfadeya Şaredar Huseyîn Beyoglu jî di çarçoveya lêpirsînê de hat girtin.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.