NÛÇEYÊN KURDÎ

DI LÊPIRSÎNA ÊRÎŞA ÎSTÎKLALÊ DE 17 GUMANBAR HATIN GIRTIN

Derbarê êrîşa bombeyî ya li Beyogluya Stenbolê ku tê de 6 kes miribûn û 81 kes jî birîndar bûbûn de ji kesên hatine binçavkirin 17 kes hatin girtin.

DI LÊPIRSÎNA ÊRÎŞA ÎSTÎKLALÊ DE 17 GUMANBAR HATIN GIRTIN

Derbarê êrîşa bombeyî ya li Beyogluya Stenbolê ku tê de 6 kes miribûn û 81 kes jî birîndar bûbûn de ji kesên hatine binçavkirin 17 kes hatin girtin. 49 kesên ku piştî êrîşê hatibûn binçavkirin, duh piştî karên wan ên li midûrîyeta polîsan bi dawî bûn birin Edlîyeya Stenbolê. 17 kesên ku di nav de Ahlam Albeşîr jî heye, bi daxwaza girtinê sewqî Edliyeya Cezaya Sulhê hatin kirin. Serdozgeriyê ji bo 3ê gumanbaran daxwaza sepandina şertê kontrola edlî kir. Ji bo 29 kesan jî biryara dersînorkirinê hat dayîn û 17 gumanbar bi îdiaya "kuştina bi qestî" hatin girtin.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.