NÛÇEYÊN KURDÎ

DI MAÇA PÊŞÎN A HEYAMÊ DE JI AMEDSPORÊ RE QEDEXEYA ALÎGIRAN

Di maça pêşîn a Amedsporê ya heyama 2022-2023’yan de qedexeya alîgiran hate dayîn.

DI MAÇA PÊŞÎN A HEYAMÊ DE JI AMEDSPORÊ RE QEDEXEYA ALÎGIRAN

Di maça pêşîn a Amedsporê ya heyama 2022-2023’yan de qedexeya alîgiran hate dayîn.

Federasyona Fûtbolê ya Tirkîyê ji bo maça Amedspor-Isparta32spor ji Amedsporê re qedexeya lîstina bê alîgiran da. Hat ragihandin ku biryar ji alîyê Lijneya Ewlekarîyê ya Werzîşê ya Bajêr a Ispartayê ve hatîye girtin. Serokê Kulubê ya Amedsporê Selahattîn Yildirim dîyar kir ku derbarê vê biryarê de hevdîtinên me bi rayedaran re didome û wiha axaftina xwe domand: “Ev biryar me xemgîn kir. Rayedar dîyar dikin ku ev biryar ji bo ewlehîyê hatîye girtin. Me dixwest ku maça pêşîn de alîgirên me jî hebûye lê mixabin ev biryar hat dayîn. Ji bo îtîrazê hevdîtinên me didomin.”

HELWESTEKA CIHÊKAR A LI DIJÎ AMEDSPORÊ

Digel van yekan Koma Alîgirên Barîkatê ya Amedsporê li ser medyaya civakî bertek nîşanî vê biryarê dan û wiha gotin: “Alîgirên me, hişyarî! Bi rojan e ku komên me yên Çûkûrova, Behraspî, Ege û Stenbolê ji bo maça Ispartayê dikirin, biryara lîstina maça bêalîgir hate girtin. Sedema vê biryarê ewlehî nîn e, ev biryar helwesteka cihêkar a taybet a li dijî Amedsporê nîşanî me dide.”

 

 

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.