NÛÇEYÊN KURDÎ

DI MEHA GULANÊ DE LI AMEDÊ 23,4 MÎLYON ÎXRACAT HAT KIRIN

Yekîtîya Îxracatkarên Başûrê Rojhilatê Anadoluyê, hejmarên îxracata herêmê ya meha Gulanê bi raya giştî re parve kir.

DI MEHA GULANÊ DE LI AMEDÊ 23,4 MÎLYON ÎXRACAT HAT KIRIN

Yekîtîya Îxracatkarên Başûrê Rojhilatê Anadoluyê, hejmarên îxracata herêmê ya meha Gulanê bi raya giştî re parve kir. Îxracata ji Herêma Başûrê Rojhilatê Anadoluyê, li gor Gulana par ji sedî 5,4 zêde bû û derket 868 mîlyon û 768 hezar dolarê. Li Amedê, hat dîyarkirin ku di Gulana 2022an de 23,4 mîlyon dolar îxracat hatîye kirin. Serokê Koordînasyona GAÎB'ê Ahmet Fîkret Kîlecî li ser mijarê nirxandinê kir û wiha got; “Li gor meha borî, li herêma me bi giştî  bi 189 welatan re îxracetê kiriye. Ez ji dil spasîyên xwe pêşkêşê hemû îxracatkarên me yên ku alîkarîya aborîya herêmê û welatê kirine, dikim.”

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.