GÜNDEM

DI MEHA PÊŞÎYA ME DE WÊ ZEM LI NAN BÊ KIRIN

Li Amedê, ji ber ku di navbera hin herêman de bihayê nan ji hev cûda ye hemwelatîyan bertek nîşan dan.

DI MEHA PÊŞÎYA ME DE WÊ ZEM LI NAN BÊ KIRIN

Li Amedê, ji ber ku di navbera hin herêman de bihayê nan ji hev cûda ye hemwelatîyan bertek nîşan dan.

Serokê Odeya Pîşesaz û Sinetkarên Amedê (DESOB) Alîcan Ebedînoglû, mijar ji Rojnameya Tîgrîsê re nirxand. Ebedînoglû wiha axivî, “Pêvajoya dîyarkirina nirxê nan li piştê hin qonaxên fermî li gor hesabên lêçûnê tê destnîşankirin û divê hemû karsazên ku nan difroşin bi vê buhayê tevbigerin. Karsazên ku nan bi buhayekî erzan difiroşin, ji giranîya nan kêm dikin. Sedema ku nan ji bihayên dîyarkirî zêde tên firotin jî ev e ku şaredarî kontrolên hewce pêk naynin. Niha li Amedê 400 gram nan bi 7 lîreyan û 200 gram nan jî bi 3 lîre û nîvan tê firotin. Di binê vê bihayê de an jî di ser vê bihayê re firotina nan sûc e.” Her wiha Ebedînoglû di axavtina xwe de dîyar kir ku wê meha pêşîya me zem li bihayê nan bê kirin.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.