GÜNDEM

DI NAVBERA DBB Û DESOB’Ê DE PROTOKOLA HEVKARÎYÊ HAT ÎMZEKIRIN

Di navbera Şaredariya Bajarê Amedê û Serokatiya Yekîtiya Odeyên Esnaf û Sinetkaran de, ji bo esnafa pisporiya pîşeyî bi pêşbixin, protokolek hat îmzekirin.

Sekreterê Giştî yê Şaredariya Bajarê Amedê Abdullah Çîftçî û Serokê Yekitiya Odeyên Esnaf û Sinetkaran Alîcan Ebedînoglu, ji bo xizmetguzariyên bêhtir bikêr û bi kalîte ji gel re bên pêşkêşkirin, pisporiya pîşeyî ya esnafan pêş bikeve û xwe gihandina di navbera saziyan de zêde bibe, protokola hevkariyê îmze kirin. Bi protokolê re, tê armanc kirin ku lêkolîn û projeyên hevpar ên wekî geşepêdana bajêr, lêkolînên pîşeyî, pêşxistina projeyên Lêkolînê yên ji bo estetîka bajarvanîyê, pêkanîna projeyên gastronomî, civakî, kevneşopî, hunerî, werzîş û çandiniyê, pêşkêşkirina perwerdehiyê ji esnafan re werin meşandin.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.