NÛÇEYÊN KURDÎ

DI NEXWEŞXANEYA ZAROKAN A AMEDÊ SIRGÛNA DUYEMÎN

Sendîkaya Kedkarên Xizmeta Tenduristî û Civakî (SES) Şaxa Amedê, ji bo Serdar Buyukdenîz ê ku tevê biryara dadgehê dîsa hat sirgûnkirin, daxuyanî da.

DI NEXWEŞXANEYA ZAROKAN A AMEDÊ SIRGÛNA DUYEMÎN

Sendîkaya Kedkarên Xizmeta Tenduristî û Civakî (SES) Şaxa Amedê, ji bo Serdar Buyukdenîz ê ku tevê biryara dadgehê dîsa hat sirgûnkirin, daxuyanî da.

Nûnerê cîhê kar yê Şaxa SES'ê ya Amedê Serdar Buyukdenîz ku li Nexweşxaneya Nexweşîyên Zarokan a Amedê dixebite, piştê ku sirgûnê Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Gazî Yaşargîl hat kirin, li 2'yemîn Dadgeha Îdarî ya Amedê doz vekir û biryar hat girtin ku vegere cîhê karê xwe yê berê.

Buyukdenîz ku dest bi wezîfeyê kir, vê carê bi biryara Walîtîya Amedê û Wezareta Tenduristîyê carek din sirgûnê Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Gazî Yaşargîl kirin. Hevserokê Şaxa SES'ê ya Amedê Mehmet Nur Ulus derbarê sirgûnê de daxuyanî da û wiha got; “Ev biryar ji dadgehê re hat girtin, dadgehê rêveberî neheq dît û biryara rawestandina înfazê da.

Nûnerê me Serdar Buyukdenîz ê ku vegerîya Nexweşxaneya Nexweşîyên Zarokan a ku li cîhê xwe yê sereke ye, piştê ku li ser biryara rawestandina înfazê di nava hefteyekê de cara duyemîn bi erêkirina Walîtîya Amedê hat sirgûnkirin. Em careke din radigihînin ku em ê li hemberê desthilatdarîyên ku bi sirgûn, zext, binçavkirin û girtinan dixwazin me bêdeng bikin, bila zanibin ku em ê paşde gav navêjin."

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.