NÛÇEYÊN KURDÎ

DI OPERASYONA NARKOGÛÇ DE 210 KES HATIN BINÇAVKIRIN

Wezîrê Karên Navxweyî Alî Yerlîkaya ragihand ku di operasyona Narkogûçê ya ku li navenda Enqereyê ye li 32 parêzgehan hat lidarxistin 210 gumanbar hatin girtin.

DI OPERASYONA NARKOGÛÇ DE 210 KES HATIN BINÇAVKIRIN

Wezîrê Karên Navxweyî Alî Yerlîkaya ragihand ku di operasyona Narkogûç a ku navenda wê Enqereyê ye û li 32 bajaran hat lidarxistin de 210 gumanbar hatin girtin.

Di çarçoveya operasyonên Narkogûç de di nav gumanbaran de serokê rêxistinê yê bîyanî Jamûxan Ulus jî heye.

Wezîrê Karên Navxweyî Alî Yerlîkaya li ser hesabê xwe yê medyaya civakî daxuyanî da wiha got: "Midûrîyeta Şaxa Têkoşîna Dijî Sûcên Narkotîk a Midûrîyeta Polêsan a Enqereyê ji bo rêvebir û endamên rêxistinên sûc ên ku li Enqereyê ne, ku li 32 bajaran rêxistinên sûcan ava dikin û rêvebirinê dikin, ku bi belavkirina tiryakê li gorê agahîyên cîhê dîyarkirî û bi razandina pereyan bazirganîya tiryakê dikin, operasyona hemwext a Narkogûç hat kirin.

Di çarçoveya operasyonê da li Enqereyê 135 û li 31 bajarên din jî 75 kes, bi tevahî 210 kes hatin binçavkirin. Di lêkolîna ku bi hevkarîya Serokatîya MASAKê re hat kirin de, hemû mal û milkên ên rêvebir û kadroyên rêveberîyê û hemû hesabên wan ên di sazîyên aborî de hatin desteserkirin. Di encama operasyonê de şebekeya rêvebir ya rêxistina sûc hat îmhakirin.”

 

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.