NÛÇEYÊN KURDÎ

DI OPERASYONAN DE 6 KESÊN DIZÎYA NEFTA XAM KIRIBÛN HATIN GIRTIN

Li Amedê, derbarê dizîya nefta xam de operasyon hat rastkirin û ji kesên hatin binçav kirin 6 kes hatin girtin.

DI OPERASYONAN DE 6 KESÊN DIZÎYA NEFTA XAM KIRIBÛN HATIN GIRTIN

Li Amedê, derbarê dizîya nefta xam de operasyon hat rastkirin û ji kesên hatin binçav kirin 6 kes hatin girtin.

Di encana lêkolînan de endezyaran tespît kirin ku di xeta borîyên neftê de tevgerek heye. Hat dîtin ku borî hatine qul kirin û bi vanayan nefta xam tê dizîn.

Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Amedê de, ekîbên polêsan gelek şikbar teşhîs kirin û di 16ê îlonê da bi operasyona hemwext a avêtin ser navnîşanên wan û 8 gumanbar hatin binçav kirin.

Di malên şikbaran de nefta xam, çek û fîşek û hin pere hatin desteserkirin.

8 gumanbarên ku hatibûn binçavkirin îro sewqê edliyeyê hatin kirin. 6 kesên ku di nav wan da Serokê rêxistina sûc Ö.A jî heye hatin girtin, 2 kes jî bi kontrola edlî hatin berdan.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.